Elif Irmak
03 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2020
Li Ercîşa navçeya Wanê cesedê zaroka 2 salî ya ku duh îxbar hat kirin ku winda bûye hat dîtin.
Yucel Memîşê ku li Taxa Yeşîlovayê duh ji keça xwe Melekê xeber nesitand lêgerîn dabûn destpêkirin û ji sibehê zû va xebatên lêgerînê dewam kirin.
Li ser îhtimala dibe ku keçika biçûk ketibe çemê li ber malê ra derbas dibe ekîbên cendirme, ewlehî û AFADê ji bejayê û ser rûyê avê, polêsên noqav jî di bin avê da lêgerîn kirin.
Encama xebata ekîban da cesedê Melekê 10 kîlomêtro dûrî mala wê li kêleka çem hat dîtin.