18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ofîsa Kordînasyona Xebatên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ji ber operasyonên 6 meh berê ji bo rizgarkirina Mûsilê dest pê kirin hejmara kesên ji cî û warê xwe bûn derket 493 hezarî.
Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat diyarkirin li Mûsila di destê DEAŞê da ye 500 hezar sivîl hene û hat gotin jê 400 hezar kes li navenda berê ya bajêr dijîn.
Tê diyarkirin ji ber operasyonan wê hejmar zêde bibe û ev jî tesîreke neyînî li kar û xebatên însanî bike.