Muhammet Kurşun
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
NEW YORK
Hat ragihandin ku li New Yorkê li Meydana Timesê otomobîlek li însanên ser peyareyê qelibî.
Di encamê de kesek mir û 19 kes birîndar bûn.
Bûyera ku li Kuça 45emîn û goşeya Broadwayê rûda dibe ku qezayeke trafîkê be. Li ser vê îhtimalê disekinin.
Ambûlans hatin cihê bûyerê û berpirsên tenduristiyê mudaxeleya pêşî li birîndarên ser peyareyan kirin.
Polês li cihê bûyerên lêkolînan dike û hin kuçe ji trafîkê re hatin girtin.
Peyamnêrê AAyê yê ku bû şahidê bûyerê destnîşan kir ku erebe suret li hesinên peyareyan qelibî, şofêr li ser hesinan eliqî ma, piştre wesayit şewitî û tîma agirkujiyê mudaxele kir.
Tîmên tenduristiyê jî li ser peyareyan mudaxeleya birîndaran kir.
Şofêrên 26 salî yê binçavkirî ji berê de bisabiqe ye û di demên berî niha de jî wextê serxweş bûye û hişbir wergirtiye erebe ajotiye.