LAGOS
Li gor gotina dîtiyan komeke qerebalix bi çekên giran ve êrîşî mizgeftê kir û di encamê de mizgeft û avahiyên li der û dorê şewitîn û 42 kes mirin.
Qasim Ebûbekirê ji gundê Kondugayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji 42 kesên ku di êrîşê de mirine 38ê wan hatin veşartin.
Ebûbekir eşkere kir ku êrîşkaran di saet 18.00ê de dest bi êrîşê kirin û qasî saet û nîvekê li wir man û wiha got: "Xwîn ketibû çavên wan. Carên din êrîşkaran ecele dikirin, lê vê carê qet ecele nedikirin."
Berdevkê artêşa Nijeryayê Serheng Mihemed Dole jî êrîş teyîd kir û diyar kir der heqê hejmara miriyan de agahiya wî tuneye.