WASHINGTON
Senatorê DYAyê John MacCaîn di lijneya giştî ya Senatoyê de wêneyên êşkenceya ku li Sûriyeyê bi destê rejima Esed hatibû kirin, yên ku Anadolu Agencyê (AA) weşandin nîşan da û wiha axivî: "Ev wêne ji ber çavên min naçin, divê ji ber çavên we û hemû hemwelatiyê min jî neçe. Serok Obamayê ku bi awayekî dilsoz behsa berpirsyariya exlaqî ya ku divê di hêzên mezin de hebe, dikir li kû ye? Serok Obamayê ku digot ku em dê qebûl nekin ku li ber çavên gelê herî bi hêz yê dîrokî zordar li ser gelên xwe qetlîman bike, li kû ye?"
Senatorê Partiya Komarparêz yê Arîzonayê McCaîn di lijneya giştî ya Senatoyê de bal kişand li ser zilma ku li Sûriyeyê diqewime.
McCaîn wêneyên ku AAyê weşandin û êşkenceya li ser hezaran kesî li Sûriyeyê îspat dikir, li pişt cihê axaftinê ve daliqandin û axivî û endamên kongreyê û gelê Amerîkayê vexwend da ku tevahiya rapora der barê mijarê de bixwînin.
McCaîn da zanîn ku NY niha der barê wan wêneyan de nirxandina xwe amade dike û divê her kes di vê mijarê de piştigiriyê bide NYyê. McCaîn wiha pirsî: "Ji niha pê de kê dikare bibêje ku tu armancên rejima Esed yên wekî kuştina 11 hezar mehkûman tune."