Zennah destnîşan kir ku li gor hin çavkaniyên herêmî hejmara miriyan 300 e û milîtanan ji bo ku hêzên ewlekariyê ji herêmê dur bixin beriya bûyerê agahiyên nerast dane wan.
Na'allah Îbrahîmê ku li Gamboru Ngalayê rûdinê eşkere kir ku êrîşvanên çekdar kîjan mal dîtin agir berdanê û gule berî hemû cihan dan.
- 3 zarên qîzîn hatin revandin
Milîtanên Boko Haramê di meha borî de li Chîbokê êrîşî dibistanekê kiribûn û gelek xwendekarên qîzîn revandibûn. Hat îdiakirin ku roja duşemê jî ji gundê Walayê jî 3 qîz hatin revandin.
Manuel Meshalayê şahidê bûyerê destnîşan kir ku kesên çekdar hatine gund, zirar nedane gundiyan û ji wan re gotine ku "ji tu kesî re qala vê bûyerê nekin" û 3 qîz hildane û birine.
Wer tê zanîn ku gundê Walayê nêzîkî daristana Sambîsaya ku wek kela milîtanên Boko Haramê tê zanîn e.