Önder Beyter
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li naverasta Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava di êrîşeke biçek da 20 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya welêt, li gundê Ungwan Akuya li ser eyaleta Kadunayê kesên ku unîformayên eskerî li xwe kiribûn eletexmînî gule agir kirin.
Di êrîşê da 20 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Şêniyên herêmê jî ji tirsa ji malên xwe derketin û çûn.
Li eyaleta Kadunayê di êrîşên biçek ên meha sibatê da jî herî kêm 95 kes hatibûn kuştin.