23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
LAGOS
Rêxistina Doxtorên Sînornenas daxuyandin ku li Bamaya bajarê Nîjeryayê di kampa ku kesên ji rêxistina Boko Heramê reviyane tê de dimînin, 200 kes ji tîbûn û birçîbûnê mirin.
Rêxistinê daxuyand ku di kampa 70 kîlomêtro bakurê rojavayê paytexta eyaleta Bornoyê ye, 24 hezar kes dimînin.
Hat gotin ku di kampê de qeyraneke pir mezin heye, xwarin û vexwarina kesên ku di kampê de dimînin tune. Di nav mehekê de 200 kes ji tîbûn û birçîbûnê mirine.
Boko Heramê bajarê Bamayê di îlona 2014an de bi dest xistibû. Artêşa Nîjeryayê par bajar ji destê rêxistinê xilas kiribû û bi hezaran kes mecbur mabûn ku terka malên xwe bikin.
Boko Heram di sala 2002an de li Nijeryayê ava bû.
Piştî ku serokê rêxistinê Mihemed Ûsiv di sala 2009an de hatibû binçavkirin û miribû, rêxistinê çalakiyên xwe xurttir kir. Ji sala 2009an pê ve di çalakiyên mezin de 20 hezarî zêdetir kes mirin û 2 milyon kes ji mal û halê xwe bûn.