ÎSLAMABAD
Li Pakistanê di operasyonên li dijî Talîbanê da 20 milîtan hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên artêşê hatin sitandin, di operasyona ji hewayê ya li dijî Leşkerî Îslamî ya şaxa rêxistinê da 4 baregehên rêxistinê bi firokeyên şer va hatin teqandin.
Hat ragihandin ku di operasyonê da 20 milîtan hatin kuştin û 5 milîtan jî hatin birîndarkirin.
Di van 2 rojên dawiyê da di oerasyonên ku li Wezîristana Bakur, Herêma Heyberê û Geliyê Tîrahê da 64 milîtan hatin kuştin.
Wek mayîn jî hat ragihandin ku piştî operasyonê li herêmê di xebatên lêgerînê da bombek ji dûr va hat teqandin, di êrîşê da leşkerekî Pakistanê hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku dema konvoya leşkeran ji Geliyê Tîrahê derbas dibû bombeya ku di rexê rê da hatibû bicîkirin ji dûr va hat teqandin, di teqînê da 11 leşker birîndar ketin.
Pakistanê ji hezîranê virda di operasyonên li Wezîristana Bakur û Herêma Heyberê da 2300 milîtan kuşt. Milyon û nîvek welatiyî ji ber pevçûnan cî û warên xwe terk kir.