QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir ku Îsraîl dostê DYAyê yê herî mezin e û ji bo pirsgirêka di navbera Dewleta Filistîn û Îsraîlê jî got: "Ez çareseriyeke aştiyane ya ku her du dewlet jî tê de cih bigirin dixwazim."
Netanyahu daxuyanî da têlevizyona NBC News ya Amerîkayê û paşve gav avêt û got: "Ez çareseriyeke aştiyane ya ku her du dewlet jî tê de cih bigirin dixwazim" berê jî wiha axivî bû: "Di heyama min de tiştekî wek Dewleta Filistînê wê tunebe."
Serokwezîrê Îsraîlê fikr û ramanên xwe parast û wiha pê de çû: "Min tu car ji wê axaftina xwe ya ku şeş sal berê li Zanîngeha Bar-Îlanê kir înkar nekir û ez wê bangewaziya 'Dewleta Filistînê bila bê çek be û dewleta cihûyan jî qebûl bike' jî didomînim."
Netanyahu îdia kir ku berpirsyarê vê cihêtiyê Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbasê û lihevkirina bi Hamasa ku dewleta cihûyan nas nake re hatiye kirin jî rexne kir.
- "Dostê DYAyê yê herî mezin em in"-
Netanyahu li ser têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê de sekinî û wiha dewam kir: "Dostê DYAyê yê herî mezin em in. Gelek karê ku em ê bi hev du re bikin hene. Em ê bi DYA û birêz serok re bixebitin. Lewra ji bilî vê alternatîfeke me ya din tuneye."
Di hefteyên borî de Netanyahu di Kongraya DYAyê de axivîbû û gotûbêjên bi Îranê re tên kirin rexne kiribû û beriya hilbijartinên Îsraîlê jî gotibû ku 'Ez ê pêşiyê li Dewleta Filistînê bigirim' û ev tevgerên wî di navbera her du dewletan de bûbû sedema bigirvekşê.