Hat ragihandin ku li Peşawera Pakistanê li dijî dibistanekê êrîş hat kirin û di êrîşê de 132 jê xwendekar û 9 jî mamoste bi tevahî 141 kes mirin.
Çavkaniyên nexweşxaneyê ya Peşaverê daxuyandin ku di navbera êrîşkar û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbû û hêzên ewlehiyê operasyon li dar xististin ku xwendekarên rehîn ji destê êrîşkaran xilas bikin.
Hat ragihandin ku piştî operasyonê 141 kes mirin û 128 mirov jî birîndar bûn.
Rayedarekî payebilind yê ku nexwest navê xwe eşkere bike daxuyand ku 5 û 6 terorîst ketin dibistanê û gelek xwendekar rehîn hildan. Rayedar daxuyand ku artêşê û polêsan operasyon dan destpêkirin ku xwendekar bên xilaskirin û di wê xirecirê de hin xwendekar û mamoste mirin.
Rayedar daxuyand ku di dibistanê de 500 xwendekar qeydkirî ne. Ji xwendekaran gelek ji derê paş ve bi awayekî ewlehî ji dibistanê hatine derxistin, lê hê jî di destê wan de hin rehîn hene.
Operasyona xilaskirinê dewam dike û rayedar ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.