Li Pakistanê komeke xwe çalakvan a ku li dijî hikûmetê çalakiyan li dar dixe û dixwaze Serokwezîr Nawaz Şerîf îstifa bike, ji bo herin ber Ofîsa Wezaretê dest bi meşê kir. Lê di encamê de şer derket û 15 jê jin 38 jî jê polês bi tevahî 294 kes birîndar bûn.
Di protestoyên ku heta niha Tevgera Gel a Pakistanê (PAT) û Tevgera Dadê ya Pakistanê bi awayekî aştiyane birêve dibir de şer derket. Serokê PATê Tahir-ul Qedrî bangî alîgirên xwe kir da ku ber bi Ofîsa Serokwezîriyê ve bimeşin. Li ser bangewaziyê alîgir ber bi ofîsê ve meşiyan û alozî çêbû.
Xwepêşandêran 2 konteynir bi vînçê danîn kêleka rê, polêsan jî bi gaza rondikrêj mudaxeleyî komê kir. Xwepêşandêran jî bi keviran bertek nîşanî polêsan da û aloziyê heta derengê şevê berdewam kir. Di encamê de 15 jê jin 38 jî jê polês bi tevahî 294 kes birîndar bûn.
Şerê di navbera polês û xwepêşandêran de hê jî berdewam e.
Serokê Tevgera Dadê ya Pakistanê Îmran Xan îdia kiribû ku di hilbijartinên giştî yên 2013an de hîle hatiye kirin, wî bi rêyên qanûnî çi ji destê wî hatiye kiriye.
Xan li ser vê ji bo Serokwezîr Nawaz Şerîf û komîsyona hilbijartinê îstifa bike ji Lahorê heta Îslamabadê meşiyabû.
Serokê Tevgera Gel a Pakistanê Tahir-ul Qedrî jî bi îdiaya dê şoreşê bike, di hezîranê de vegeriyabû welêt û îstifaya hikûmetê xwestibû.