ERZINCAN
Nexşên ku Erdal Gumrukçuyê 53 salî yê ku 40 sal e bi karê sifrê re mijûl dibe, li ser sênî û teyfikên sifir çêdike balê dikşîne.
Gumrukçu li dikana xwe ya Sûka Sifirfiroşan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî di 13 saliya xwe de dest bi karê sifrê kiriye.
Gumrukçu got ku êdî nikarin berdestiyan bibînin û li giştiyê Tirkiyeyê hejmara kesên ku karê sifrê re mijûl dibin daketiye 15-20î. Gumrukçu wiha dewam kir: "Niha em nikarin ku ji xwe re berdestiyekî bibînin. Hejmara kesên bi vî karî re mijûl dibin her diçe kêm dibe. Ev pîşe hindik maye ku winda bibe. Ji ber ku em ji bo berdestên xwe bidin xebatê kesî nabînin, hemû kar êdî bi mekîneyan tê kirin."
Gumrukçu bal kişand li ser hunera sifrê û got ku piraniya însanan sifirên ku bi desta tên çêkirin tercîh dikin lê belê êdî ev kar jî bi makîneyan tê kirin.
Gumrukçu got ku amûr û amrazek bi desta bê çêkirin mirov dikare bi salan bi kar bîne û wiha dewam kir: "Lewra bi makîneyê baş nayên çêkirin. Zû reş dibin. Ji ber vê herî zêde yên ku bi destan tên çêkirin tên tercîhkirin. Her wiha çêkirin û nexşandina sêniyekê 15-20 rojî dikêşe."
Ber û berhemên me balê dikşînin
Çêkirina sêniyeke 45 santêmî nêzî 15 rojan dikşîne û ev sênî bi 800 lireyî tê firotin. Sênî û teyfikên bi destan tên çêkirin û neqişkirin zêdetir balê dikşînin û tên firotin.