Murat Karadağ
01 Adar 2023•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Li Papua Gîneya Nû ya li rojavayê başûrê Pasîfîkê bi mezinahiya 6,5an erdhej çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand, erdeja li herêma Kîmbeyê ya Papua Gîneya Nû di 598 kîlometre kûrahiyê da çêbû.
Li gorî çavkaniyên herêmî di erdhejê da hê tu mirin nehatin ragihandin, lê hat diyarkirin ku paşhej dê ji bo çend rojan bidomin.