Esra Taşkın
22 Hezîran 2023•Rojanekirin: 22 Hezîran 2023
Li herêma 5emîn a Parîsa paytextê Fransayê ji ber qaçaxiya xazê teqîn çêbû û 37 kes birîndar bûn.
Alîkarê Şaredarê Herêma 5emîn a Parîsê Edouard Cîvel ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ragihand ku li Taxa Val de Graceyê ji ber qaçaxiya xazê teqîn çêbû.
Cîvel destnîşan kir ku ji ber teqînê agir bi gelek avahiyan ket û tîmên agirkujiyê midaxaleyî şewatê dikin û ji welatiyan hat xwestin ku bila ji devera teqînê dûr bisekinin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin jî ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ragihand ku li herêmê şewata di kuçeya Saint-Jacquesêyê dest pê kiribû dewam dike û tîmên agirkujiyê midaxale dikin.
Di çapemeniya Fransayê da jî hat gotin ji ber teqînê herî kêm 37 kes birîndar bûn û avahiyek jî hilweşiya.
Serdozgeriya Parîsê ragihand ku sedema teqînê ya teqez hêj nediyar e.
Li ciyê bûyerê 270 endamên agirkujiyê û 9 jî doxtor wezîfe dikin.
Midûrê Ewlehiya Parîsê Laurent Nunez got ku teqîna li Kuçeya Saînt-Jacquesê di avahiya dibistana modayê tê da bû da çêbû.
Nunez diyar kir ku ji ber teqînê agir derket û bi saya midaxaleya tîmên agirkujiyê agir nepekiya 2 avahiyên li rû bûn.
Di berdewamiya axaftina xwe da Nunez destnîşan kir ku ew avahî ji ber teqînê hatin texliyekirin û camên gelek avahiyên li der û dorê ne jî şikestin.
Dozgera Komarê ya Parîsê Laure Beccuau daxuyanî da û got ku tîmên agirkujiyê şewatê hildane bin kontrola xwe û ji bo temirandinê hewl didin.
Beccuauyê destnîşan kir ku li gor agahiyên ewil ên ber dest teqîn di hundirê avahiyê da çêbû û bi hinceta "birîndarkirina neqestî" jî lêpirsîn dest pê kir.