QAHÎRE
Li bajarê Gîzaya Misirê di derbasoka hemzemîn de trênê li 3 wesaîtan xist. Di qezayê de 24 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat girtin li herêma Dehşûrê ya ku girêdayî bajarê Gîzaya Misirê ye de di derbasoka hemzemîn de trênê li otobêseke ku ji dewatê vedigeriya û li du wesaîtên naqliyeyê xist.
Peywirdarên tenduristiyê ragihandin ku di qezayê de 24 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn. Birîndar di nexweşxaneyên derûdor de tedawî dibînin.