İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
LEFKOŞA
Li Komara Tirk a Qibrisa Bakur di hilbijartina giştî ya pêşwext da Partiya Yekîtiya Neteweyî (PYN) ku Huseyîn Ozgurgun serokê wê ye, ji sedî 35,44ê reyên ku heta niha hatine jimartin hilda û bû partiya yekemîn. Di hilbijartinê da tu partiyekê qasî ku bi tena serê xwe bibe îqtidar deng hilneda.
Li Komara Tirk a Qibrisa Bakur hilbijartina giştî ya pêşwext hat kirin û ji sedî 93ê dengan hat jimartin. Li gor encaman ji 8 partiyan 6 partî ji benda sedî 5an derbas bûn û ketin Meclisa Komarê.
Partiya Yekîtiya Neteweyî (PYN), Partiya Tirk a Komarparêz (PTK), Partiya Gel (PG), Partiya Hilhatina Jinûva (PHJ), Partiya Demokrat (PD), Partiya Demokrasiyê ya Civakparêz (PDC) ketin Meclisê. Li gor encamên hilbijartinê tu partî bi tena serê xwe nebû îqtidar.
Li welêt 190 hezar kes dikare deng bide. Ji sedî 61,5ê vê hejmarê çû ser sindoqê. Li gor encamên nefermî PYN ji sedî 35an zêdetir dengan va 21 parlamenter şandin meclisê. Bi sedî 21,05ê dengan va PTKê 12 parlamenter, bi sedî 17,05ê dengan va PG 9 parlamenter, bi sedî 8,64ê dengan va PDCê 3 parlamenter, bi sedî 7,87ê dengan va PD 3 parlamenter, bi sedî 7,45an va jî PHJê 2 parlamenter şandin meclisê. Bi vê encamê va du an jî sê partî wê koalîsyonê çêkin.
Li gor hilbijartina giştî ya beriya vê PYNê ji sedî 8 dengên xwe zêde kir û bû partiya yekemîn. Dengên PTKê ji sedî 17, yê PDê jî ji sedî 16 kêm bû.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Narîn Şefîk diyar kir ku navê parlamenteran û rêjeya hejmara parlamenteran a li gor partiyan wê îro an jî herî dereng sêşemê eşkere bibe.