Haydar Karaalp
09 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2021
Li Iraqa ku ji hêla siyasî û aborî va di nav qeyranê da ye welatî wê sibê biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.
Li Iraqê sibê wê hilbijartina giştî bê kirin û 167 sazî û partiyên siyasî wê beşdarî hilbijartinê bibin û 3 hezar û 249 namzed wê hewl bidin.
Ji namzedan 951 jê jin, 789 jê serbixwe ne û yên mayî jî endamên partiyên siyasî û koalîsyonan e.
Roja yekşemê (sibê) li Iraqê wê di saet 07.00an da sindoq bên vekirin û welatî wî dest bi dengdayînê bikin û tê payîn ku di nav 24 saetan da wê encamên hilbijartinê bên eşkerekirin.