Önder Beyter
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
RAMALLAH
Li Şerîeya Rojava li bajarê Ramallahê otobusên ku di çaxa xwe da marqe bûn ên ku 70 sal berê mihacirên Nekbeyê veguhastin, vê carê ji bo protestokirina Nekbeyê dan ser rê.
Di xwepêşandana ku duh danê êvarê hat lidarxistin da gelek otobus û wesayîtên şahidên Nekbeyê yên ku wê demê Filistîniyên ku bi darê zorê hatibûn koçberkirin veguhastibûn, li kolanên Ramallahê tûr gerandin û qewimînên sala 1948an protesto kirin.
Ebduselam Harhara ku bi eslê xwe ji Yafayê ye û ferdê malbateke ku di 1948an da bi darê zorê hatiye koçberkirin e, diyar kir ku wesayîta wê ya GMC ya ku aniye xwepêşandanê, 80 salî ye û herwiha 70 sal berê malbata wê bi vê wesayîtê ji Yafayê derbasî Nablusê bû.
Ji ber ku Îsraîlê di 14ê Gulana 1948an da li ser xaka Filistînê serxwebûna xwe îlan kir û Filistînî jî bi darê zorê dan ser rêya koçê, Filistînî 15ê Gulanê wekî "Nekbe" (Bobelata Mezin) bi bîr tînin. Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ji 1967an vir va di bin dagiriya Îsraîlê da ye.