Biryara Îsraîlê ya ku li filistîniyan siwarbûna wesayîtan a tevî cihûyan qedexe dikir, ji ber bertek û rexneyên zêde hat rawestandin.
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê li dû hevdîtina xwe Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu û Wezîrê Parastinê Moşe Yalon biryara "Li Şerîaya Rojavayê filistînî û îsraîlî dê li wesayîtên cuda siwar bin" rawestandin.
Di serî de serokê Yekîtiya Siyonîst Îzak Herzog hin siyasetmedaran bi zimanekî tund biryar rexne kiribûn û gotibûn ku biryarê "zirarê bide îmaja Îsraîlê".
Serokê Partiya Meretzê Zehava Galon jî biryar şibandibû miemeleya "rejima apartheid" a ku li Afrîkaya Başûr li dijî reşikan cudakerî kiribûn.
L gorî verastkirinê karkerên filistînî wê tenê bikaribûna ji deriyên ku jê derdikevin, dubare bikevin hundir û di vegera Şerîaya Rojavayê de jî dê tenê bikaribûna 4 deriyên kifşkirî bi kar bianiyana.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê ji ber vê biryara Wezareta Parastinê hin filistîniyên ku li Şerîaya Rojavayê dijîn û ji bo xebata rojane derbasî Îsraîlê dibin û hejmara wan jî bi qasî deh hezaran e, wê vegera wan a ji kar bi saetan dirêjtir bibûya.