Türkan Tosun
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2018
ERZURUM
Hat ragihandin li Rojhilatê Anadoluyê di sersalê de berfê bibare û şilopeyê çêbibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê tê texmînkirin li herêmê hewa wê pir ewrabî be, şev jî baran û berfê dest pê bike.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar li Tunceliyê çar pile, li Erzinganê 2 pile, li Qers, Agirî û Îdirê sifir pile hat pîvandin. Bajarên din jî di bin sifirê da li Erzirom û Erdexanê pileyek hat pîvandin.
Tê texmînkirin hewaya herî germ li Qersê 3 pile, li Erdêxanê 5 pile, li Erziromê 6 pile, li Tunceliyê 10 pile, li Erzinganê 11 pile, li Îdirê jî wê 13 pile be.
Li herêmê ji hêla başûr va car caran wê ba bê.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 18 pile, li Cibiltepeyê jî 38 santîmêtro hat pîvan.