Li Wanê bişev berf barî ji ber vê yekê rêya 68 gund û taxan hat girtin.
Ev demeke dirêj bû li bajêr hewa germ bû lê belê do bişev berf barî. Berfê bişev dest baranê kir û destê sibê tesîra wê zêde bû ji ber vê yekê di jiyana welatiyan da tengasî çêbûn. Welatî şebeqê rabûn û berfa li pêşiya xanî û dikanên xwe paqij kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniyê xwe da diyar kir ku ji ber berf û baranê rêya 68 gund û taxan hat girtin, ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ekîbên paqijkirina rê destê sibê rabûn û dest bi paqijkirina rêyên girtî kirin û ji bo ku di çûyîn û hatina welatiyan da pirsgirêk dernekevin xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku li herêmê cemedê çêbû, mijê derkeve ji ber vê yekê divê welatî baldar bin.