Haydar Şahin
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 27 Gulan 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin derket 362 hezar û 342yan, hejmara miriyan jî derket 3 hezar û 807an.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtinê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da, 8 hezar û 915 pêketiyên din ên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û bi van va hejmara pêketiyên vîrusê derket 362 hezar û 342yan.
Li welêt hejmara miriyan jî 174 zêde bû û derket 3 hezar û 807an, hejmara kesên ku baş bûn jî 12 hezar û 331 zêde bû û derket 131 hezar û 129an.
Li Rûsyayê rojane rêjeya zêdebûna hejmara pêketiyan ji sedî 2,5 hat eşkerekirin, ji sedî 41,1ê kesên ku vîrus di wan da hatiye tesbîtkirin semptomên wan tune ne.
Li Moskowa paytext a bûye navenda nexweşiyê hejmara nexweşan 2 hezar û 830 zêde bû derkete 169 hezar û 303yan, hejmara miriyan jî 76 zêde bû û derkete 2 hezar û 110 kesî.
Anastasiya Rakovaya Alîkara Şaredarê Moskowê diyar kir ku li bajêr di nav roja dawîn da 8 hezar û 33 kes ring bûn û gihîştin sihetê û wiha pê da çû: "Ev rekor e. Li bajêr 61 hezar û 619 kes gihîştin siheta xwe. Hêviya me ew e ku rewşa erênî dewam bike."
- Ji 9 milyonî zêdetir test hatin kirin
Li gor daxuyaniya ku ji Servîsa Parastinê ya Mafên Tenduristiya Mirov û Karberan a Rûsyayê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 215 hezar test hatin kirin û heta niha bi tevahî ji 9 milyon û 100î zêdetir test hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 292 hezar kes di kontrolê da tên girtin.