Önder Beyter
07 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 30 hezar û 690î, ya kesên mirin jî derket 17 hezar û 871ê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 5 hezar û 185 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket milyonek û 30 hezar û 690î.
Li welêt hejmara miriyan di rojekê da 51 zêde bû û derket 17 hezar û 871ê, ya kesên baş bûn jî 2 hezar û 828 zêde bû û derket 843 hezar û 277an.
Li paytext Moskovayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 690 zêde bû û derket 267 hezar û 47an, ya miriyan jî 14 zêde bû û derket 4 hezar û 905an.
Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 270 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatin kirin jî ji 38 milyon û 700 hezarî derbas bû.