03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
HEWLÊR
Hat destnîşankirin ku rêxistina terorê PKKyê li hemberî hemleyeke asîmanî ya muhtemel a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li kampên xwe yên li Şengala navçeya Mûsilê "Alaya Iraqê" bilind kir.
Parlementerê êzdî yê Parlementoya Iraqê Dr. Macîd Şengalî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku terorîstên PKKyî seba ku xwe ji hemleyên asîmanî yên Tirkiyeyê biparêzin, li kampên xwe yên li Şengalê alaya hikûmeta navendî ya Iraqê bilind kirin.
Şengalî der heqê "lîstika alayê" ya rêxistina terorê PKKyê ya li Şengalê da wiha xeberda: "PKKyê li kampên xwe yên leşkerî yên li Şengalê alaya Iraqê bilind kir. Li paş vê yekê du sedem hene. Ya yekê, dixwazin bi vê taktîkê va li hemberî hemleyeke nû ya asîmanî ya Tirkiyeyê xwe biparêzin. Ya duduyê jî sepandina bernameya Heşdî Şabiyê (hêza milîsên şîe ku Îran palpiştê wan e) ye. Ew (Heşdî Şabî û PKK) li herêmê wekî du hevkaran tevdigerin. Bilindkirina alaya Iraqê, zelaltirîn belgeya hevkariya di navbera wan da ye."
"Me hikûmeta navendî ya Iraqê ji meseleya alayê agahdar kir"
Şengalî diyar kir ku wan, hikûmeta navendî ya Iraqê ji meseleya alayê ya li Şengalê agahdar kir û wiha got, "Me ji wan ra got ku divê xwe li hemberî bi destê rêxistineke terorê emilandina alayê Iraqê bêdeng nekin."
Fermandarê Pêşmergeyên li Şengalê Qasim Şeşo jî di daxuyaniya xwe ya ku dabû peyamnerê AAyê da destnîşan kiribû ku piştî hemleya asîmanî ya TSKyê ya dijî hedefên PKKyê yên li Şengalê, rêxistinê dest bi kêmkirin û cîguhastina kampên xwe kir.