Li Stenbolê li dijî rêxistinên terorê PKK û DAEŞê operasyon hat kirin û ji 18 kesên binçavkirî 9 kes hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Stenbolê di 14ê tebaxê da li Başakşehîr û Pendikê li dijî DAEŞê operasyon kir û ji 3 kesên binçavkirî 2 kes hatin girtin.
Li dijî YDG/Ha şaxa ciwanan ya PKKê di 15ê tebaxê da li Kuçukçekmece, Bagcilar û 11 navçeyan operasyon hat kirin 15 kes hatin binçavkirin. Ji gumanbaran 8 kes hatin berdan, 7 kes jî hatin girtin.