Önder Beyter
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 23 Îlon 2019
Li sengerê navbera Azerbeycan-Ermenistanê ji artêşa Azerbeycanê eskerek bi guleyên eskerên Ermenistanê şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat ragihandin ku eskerê bi navê Ramîn Ebdulrehmaov duh bi xeletî derbasî qada navbera kozikan bû ku li vê derê eskerekî Ermenî gule berdayê.
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin, ji bo ku cesedê eskerê şehîdbûyî bi ewle were veguhestin, Azerbeycanê serî li Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî da.
Wezaretê herwiha di daxuyaniya xwe da ji bo îdiayên çapemeniya Ermenistanê yên artêşa Azerbeycanê li sengeran li pey provokasyonê ye, got ku derew in.