Serokwezîr Ahmet Davutogluyê ku Hikûmeta 62yemîn damezirand û dengê pêbaweriyê jî hilda wê dest bi serdanên xwe yên derveyê welêt bike.
Davutoglû wek serokwezîr di serdanên xwe yên ewil a derveyê welêt de dê biçe Komara Tirk a Qibrisa Bakûr (KTQB) û azerbeycanê.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên serokwezîriyê hatin hildan Davutoglu di 16yê îlonê de dê biçe KTQByê.
Wisa tê hêvîkirin ku Davutoglu di navbera 19 û 20ê îlonê de jî dê biçe Azerbeycanê.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî piştî ku wezîfeya serokomariyê hilda, di serdanên xwe yên derveyî welêt de ewilî çû KTQB û Azerbeycanê.