08 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Li ser herêmên Xakurk û Avaşînê ku dikevin bakurê Iraqê operasyona esmanî hat kirin û hedefên PKKya rêxistina terorê ya cudakar hatin lêxistin.
Li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî der heqê operasyona esmanî da agahî hat dayîn û hat gotin ku li ser herêmên Xakurk û Avaşînê operasyona esmanî hat kirin û kozikên çekan, sitargeh û depoyên muhîmatê yên PKKya rêxistina terorê ya cudakar hatin îmhakirin.