HELEB
Her çiqas şerê di navbera rêxistina terorê ya DÎŞIyê û hin komên çekdar ên kurd de li Kobanê bi dawî bibe jî, hêj jî li ser çar aliyê herêmê dewsa şer heye.
Ev çar meh in ku ji Kobanêya li ser Helebê şer dewam kir, dengê çekan ji herêmê dihat. Piştî ku rêxistina terorê ya DÎŞIyê ji herêmê vekişiya herêm bê deng bû. Niha ji herêmê dengê çekan nayê. Lê dema ku mirov di nav tax û kuçeyên herêmê de digere, li hemû ciyan dews û bermayînên şer dibîne. Li ser hemû avahiyan cihê gule û şarapnelan hene. Tê dîtin ku xirbên xaniyan û wesayîtên ku bûne xurde, wek barîqat hatine bikaranîn.
Li ser kolanan pêkan e ku mirov teqemenî an jî bombeyeke ku hêj neteqiyaye bibîne. Dema ku mirov li ser kolanan digere karxaneyên ku camên wan hatine şikênastin, malzemeyên ku li der û dorê hatine belavkirin tên dîtin. Binesaziya Kobanê kavil bûye û xetên vejenê jî êdî ne pêkan e ku bên bikaranîn.
Ji bo dengê çekan êdî ji herêmê nayê, niştecihên herêmê jî rihet in.
Evdila Cîhanê kobanêyî got ku ji ber ku endamên rêxistinê ji herêmê vekişiyan, ew bextewar in. Cîhan got ku digel şert û mercên dijwar wan ji Kobanê koç nekir û sipasiyên xwe pêşkêşî kesên ku alîkarî dan wan kir.
Mistefa Huseyîn jî got: "Ez êdî dikarim li duçerxeya xwe siwar bibim û bilîzim."
- Wesayîtan temîr dikin
Temîrkerên herêmê niha wesayîtan temîr dikin.
Mistefa Cova got ez demeke dirêj li eniyê bûm û wiha dewam kir: "Piştî ji eniyê vegeriyam hatim dikanê. Niha li vir wesayîtan temîr dikim û alîkariyê didim hevalan."