HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) erkên dorfireh ên Mesûd Barzanî yê ku ev 10 sal in li ser meqama Serokatiya HKIyê ye bûn mijara nîqaşê. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ên ku li herêmê piştî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) partiyên herî bihêz in dixwazin ku gelek erkên ku di teserûfa meqama Serokatiyê de ne dewrî Parlementoyê were kirin.
Herêma Kurdistana Iraqê a niha bi sîstema ku wekî nîvparlementerî tê terîfkirin ve tê birêvebirin. Ev sîstem ji bo Serokê Herêmê Barzanî di xwe de gelek erkan dihewîne. Li gorî Yasaya Serokatiyê erkên Barzanî ev in; Biryara tevlêbûna şerê hundir û derva ya ji bo pêşmergeyan, tayînkirina Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan, Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê, Midûrê Giştî yê Ewlekariyê, dozger û dadgerên dadgehên bilind, pesendkirin û redkirina yasayên ku ji Parlementoyê dertên, kifşkirina heyama hilbijartinên giştî, di heyamên awarte de feshkirina Parlementoyê, danîna biryarnameyên di hukmê qanûnê de, efûya giştî, rawestandin û guhastina wekî muebetê ya biryarên îdamê, îlankirina rewşa awarte, hewce be komkirina lijneya wezîran, biryara sazkirina hikûmeta berwext, redkirina serokwezîr û wezîrekê ji kabîneyê, danîna meqam û dezgehên nû yên taybet, payedayîn û payexistina rêvebirên leşkerî û polêsan.
- Ji bo kêmkirina erkên Serok pêşnûma amade kirin
YNK û Goran her çiqas hevparên bihêz ên hikûmet û PDKya ku serokê wê Barzanî ye bibin jî di mijara serkên Serok de cuda difikirin. YNK û Goran ji ber şer dixwazin ku wextê peywira Barzanî yê ku ev 10 sal in herêmê bi rê ve dibe dubare were dirêjkirin. Lêbelê bi beramberê vê jî dixwazin ku gelek erkên Serok dewrî Parlementoyê were kirin û bi vî hawî derbasî sîstema parlementeriya xurt bibin. Herdu partî jî dixwazin Yasaya Serokatiyê ya ku pir erk dide Barzanî were guhertin. Pêşnûmaya ku ji aliyê komîsyonên hiqûqê yên herdu partiyan ve hat amadekirin, pêşkêşî Serokatiya Parlementoya Herêmê kirin.
Ji hêla din Parlementoya HKIyê di serî de nîqaşa serokatiyê di gelek waran de biryara rojanekirina destûrê da. Ji bo pêşnûmaya destûra nû dê di bin banê Parlementoyê de komîsyoneke ku ji 21 parlementeran pêk tê were avakirin. Ev komîsyon dê di nava 4 mehan de pêşnûmaya xwe amade bike.
- "Erkên Serok pir in"
Parlementerê Tevgera Goran Şêrko Mihemed Emîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Wekî tevgera Goran me ji hemû aliyan re eşkere kir ku divê li herêma Kurdistanê jî sîstema serokatiya mîna li Iraqê hebe. Li Bexdayê, Serokomar ji aliyê Parlementoya Neteweyî ve tê hilbijartin. Erkên wî jî temsîlî ne. Li herêma Kurdistanê jî rewş berevajî ye. Erkên Serok pir in."
- "Divê sîstema parlementer hebe"
Parlementerê YNKyê Goran Azad jî diyar kir ku li herêma Kurdistanê sîstemeke têkel a serokatî û parlementeriyê heye û wiha domand: "Em li dijî sîstema serokatiyê ne û em dixwazin ku sîstema parlementer hebe. Em dixwazin ku parlemento serokê herêmê tayîn bike û ji ber vê jî di çarçoveya vê helwesta xwe de me pêşnûma pêşkêşî serokatiya parlementoyê kir."
Parlementerê PDKyê Emîne Zîkriyê jî got ku YNK û Goran rewşê mezin dikin û bal kişand ser ahenga xebatên Barzanî û Parlementoyê. Zîkriyê wiha domand: "Dema ku Pêşmerge ji bo Kobanê hat birêvekirin Barzanî ji Parlementoyê xwest ku destûrê bide. Parlementoyê jî biryara çûyîna Pêşmerge ya bo Kobanê da. Xeynê vê em israr dikin ku Serok ji aliyê gel ve were hilbijartin. Heger xelk bi xwe Serok hilbijêre dê pêvajoya demokratîk bêtir xurt be."
Mesûd Barzanî di sala 2005an de ji aliyê gel û di sala 2009an de jî ji aliyê Parlementoyê ve wekî Serokê HKIyê hatibû hilbijartin. Peywira Barzanî di sala 2013an de xelas bibû, lê Parlementoyê peywira wî heta 20ê Tebaxa 2015an dirêj kiribû. A niha Parlemento dubare xwe amade dike ku peywira Barzanî dirêj bike.
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê ji 111 parlementeran pêk tê. PDK bi 38, Goran bi 24, YNK bi 18, Yekgirto bi 10, Komele jî bi 6 kursiyan li Parlementoyê tên temsîlkirin. Kursiyên din jî ji partiyên piçûk û kêmjimarên li herêmê re hatine terxankirin.