Li Sûriyeyê piştî ku Îdlib ket destê muxalifan 5 hezar kesên ji bombebarandina rejîma Esed reviyan xwe spartin Baregeha Atmeyê.
Baregeha Atmeyê niha di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de ye û li wê derê 5 hezar kon hene û 55 hezar kes jî tê de dijîn. Herî dawîn 5 hezar kesên din ên ku ji ber bombebarandina rejîmê reviyan jî xwe spartin heman baregehê.
Atme bajaroka Îdliba bajarê Sûriyeyê ye û li hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê cih digire.
Di 28ê Adarê de Artêşa Fethê ketibû bajarê Îdlibê û bajar ji destê rejîmê xilas kiribû li ser vê jî balafir û helîkoptêrên rêveberiya Esed dest bi bombekirina bajar kirin. Ji ber bombebarandinê herî dawîn hezar malbatên ku bi tevahî ji 5 hezar kesî pêk tên reviyan û hatin Atmeyê.
Li gor agahiyên ku hat hildan malbatên hatin baregehê ji mala xwe tu tiştekî bi xwe re neanîn û bi tenê canê xwe xilaskirin. Ji ber kêmasiyan hemû malbat di nav tengasiyê de ne û peydakirina xurek û mamayên zarokan jî li baregehê zehmet e.
Malbatên hatin diyarkirin ku ji ber êrîşan ji navenda bajar koç wê zêdetir bibin û ev jî nîşan dide ku şert û mercên baregehê wê xerabtir bibin.
Xalid El Zarifiyê ku ji ber bomberandina rejîma Esed ji Îdlibê reviya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Piştî ku kontrola Îdlibê ket destê mûxalifan rejîm ket guh nade sivîlan û di ser bajar de bombeyan dibarîne. Di bombebarandinê de jin û zarok jî di nav de gelek sivîl mirin."