Ahmet Aydın
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Îtalyayê stêrknasên Enstîtuya Neteweyî ya Astrofîzîkê ya Blognayê, di encama çavdêriya bi peyka Mars Expressê de, li başûrê daîreya cemsera başûr a Merîxê (Behram), di bin sitra qeşayê de goleke avê keşif kir.
Lêkoleran di pîvanên radarê yên di navbera gulana 2012 heta berfanbara 2015an kirin de, bi qasî 1,5 kîlometroyî di bin rûyê gerestêrka Behrama Sor de hebûna girseyeke avê ku 20 kîlometroyan belavbûye tesbît kir.
Li Behramê berî nuha jî ava qeşagirtî yan jî ava demsalî hatibû dîtin lê belê keşfa nû cara yekê ye ku ava mayinde li ser rûyê gerestêrkê tesbît dike.
Tevî ku gola li ser Merîxê zêde sar û şor e, bîr li wê yekê tê kirin ku herwekî ku li dinyayê jî hatiye dîtin mîkrop di heman mercan de dikarin bijîn û ji bo zîndewaran jîngeheke guncaw e.
Encamên lêkolînê di kovara "Science"yê de hatin weşandin.