Ahmet Aydın
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
XEZZE
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand, "Di topbarana Îsraîlê ya li dijî Xezzeyê de 2 kes şehîd ketin, kesek jî bi giranî birîndar bû."
Îsraîlê vê êvarê li Xezzeyê 5 xalên çavdêriyê yên Hemasê topbaran kirin. Yek ji topbaranan li rojhilatê Xezzeyê, yek li naverastê û 3 jî li sînorê rojhilatê refahê ket.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku "Di topbarana Îsraîlê ya li dijî Xezzeyê de 3 kes şehîd ketin, kesek jî bi giranî birîndar bû."
Ji aliyekî din ve Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de îdia kir ku li başûrê Xezzeyê hêza leşkerî ya Îsraîlê hatiye gulebarankirin û wan jî bersiv daye.