Fatih Gazioğlu
01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Li Şiliyê di çalakiyên dijî hikûmetê yên ku ji ber zem û bihabûnê derketin da heta niha 23 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Dozgeriya Şiliyê hat dayîn, di çalakiyên li welêt yên di navbera 19-26 cotmehê hatin kirin da heta niha 23 kes hatin kuştin.
Ji hêla din jimara çalakvanan çend kêm bibe jî çalakiyên dijî hikûmetê dewam dikin.
- Çalakiyên li Şiliyê
Li Şîliya welatê Amerîkaya Başûr xwepêşandanên dijî hikûmetê û bûyerên şidetê yên ku di 6ê cotmehê da ji ber zema li ser bihayê metroyê yên li paytext Santîagoyê dest pê kirin û di 19ê cotmehê da bi şidet bûn û li gelek bajaran bû sedema talanê û didomin.
Li gor rapora ku Wezareta Edaletê ya Şîliyê weşand bûyerên talan û agirpêxistin jî di nav da di xwepêşandanan da heta niha 23 kes hatin kuştin, hezar 218 kes jî birîndar bûn û 9 hezar 203 kes jî hatin binçavkirin.
Serokê Dewletê Şiliyê Sebestîan Pînera wezîrên darayî û karên navxweyî jî di nav da 8 wezîr guherandin lê digel vê çalakiyan bi taybetî li paytext Santîagoyê didomin.
Li bajêr di Qada Îtalyayê 25ê cotmehê çalakiyeke ku milyonek û 200 hezar kes beşdar bû hat kirin.
Li Şîliyê ji ber çalakiyên ku çendî roj in dewam dikin digel ku hikûmetê paşda gav avêt jî ranawestin piştî ku dîktator Augusto Pînochet di 1990î da hat dûrxistin cara ewil digel ku bobelata siruştî tune "rewşa acîl" hatibû îlankirin û peywira pêkanîna ewlehiyê dabûn artêşê.