17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê di kamerayan da dîmenên keçika 15 salî ya ku di êrîşa terorîstan biribûn ser wesayîtekî da birîndar bibû û barîqatên ku terorîstan bi kamyonên şaredariyê va danîbûn ser rêya xanê dikin.
Tundiya ku terorîstan li Cizîrê anîn serê gel di kamerayên MOBESEyan da tê dîtin.
Kamerayan êrîşa ku terorîstan beriya îlankirina qedexeya derketina derva birin ser wesayîtekê saniye saniye kişandin.
Li Kolana Yafesê ya li taxa Nûrê terorîstan êrîşî wesayîteke ku di rê da diçû kirin. Li kolana ku lê qerebalixî hebû terorîstek ber bi wesayîtê revî û bi tivingê gule berî wesayîtê da.
Li ser êrîşî wesayîtê hewl da ku bi lez ji wê derê here îcar terorsîtekê din ber bi wesayîtê hat û gule agir kir. Mevlude Îgdiya 15 salî ya ku di wesayîtê da bû ji serê xwe birîndar bû. Keçika xama piştî bûyerê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat ragihandin ku rewşa wê hê giran e.
Pêşiya wesayîtan birîn
Di dîmeneke din da jî xanê dike ku terorîst nahilên welatiyên ku dixwazin navçeyê terk bikin, herin.
Beriya îlankirina qedexeya derketina derva terorîstan pêşiya wesayîteke ku dixwest navçeyê terk bike birîn.
Terorîstan bi çekan ajokar tehdît kirin û ji wesayîtê peya kirin û nehîştin ku welatî ji navçeyê derkevin.
Hat ragihandin ku terorîst ji bo ku welatiyan wek mertalê zindî bi kar bînin nahêlin ku gel navçeyê terk bike.
- Bi wesayîtên şaredariyê va alîkarî dan danîna barîqatan
Di dîmenên kamerayekê da jî tê ditîn ku ji bo danîna barîqatan bi wesayîtên şaredariyê va alîkariyê didin terorîstan.
Di dîmenan da kamyona sergoyê ya Şaredariya Cizîrê tê kolanê. Kamyon demekê diçe û ji ber kamerayên MOBESEyê derdikeve.
Kamyon careke din kamerayan da xanê dike û îcar li ser kamyonê tankêrek tê dîtin. Hat ragihandin ku tankêr di çêkirina barîqatê da tê bikaranîn û ajokarê wesayîtê jî alîkariyê dide endamên rêxistinê.