Önder Beyter
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
STOCKHOLM
Li başûrê Stockholma paytexta Swêdê di metroya taxa Varby Gard a li ser Huddingê da teqînek çêbû.
Ji Midûriyeta Agirkujiya Sodertornê Lars-Ake Stevelind di daxuyaniya xwe da destnîşan kir kur teqîn li gorî dema herêmê di saet 11.07an da çêbû û di encamê da 2 kes xedar birîndar bûn.
Stevelind diyar kir ku ji ber bombeyeke destçêkirî teqînê rû da û herdu birîndarên ku salên wan 45 û 60 heye bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin û herwisa li ser wê îhtimalê disekinin ku dibe peywediya teqînê bi terorê ra hebe.