Tolga Akbaba
31 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2026
Li bajarê Bender Ebasê yê ser bi parêzgeha Hurmuzgana Îranê ku dikeve başûrê wî welatî, di avahiyekê da teqînek çêbû.
Li gorî nuçeyên li ser medyaya Îranê, li bajarê Bender Ebasê yê ser bi parêzgeha Hurmuzganê, di avahiyeke 8 qatî ya li Bulvara Muellimê teqînek çêbû.
Rêveberê Giştî yê Berengariya Qeyranê li Parêzgeha Hurmuzganê diyar kir ku îdia hene di encama teqînê da 4 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne, lê wan hê ev yek piştrast nekirine.
Gelek ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê û îtfaiyeyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Heta niha derbarê sedema teqînê da tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.