Sinan Doğan
07 Îlon 2023•Rojanekirin: 08 Îlon 2023
Li peravên Şîliyê bi mezinahiya 6,3yan erd hejiya.
Navenda Sîsmolojiya Neteweyî ya Şîliyê (CSN) ragihand erdheja ku li bajarokê Tongoya li ser eyaleta Elquiyê bi mezinahiya 6,3yan çêbû bi dema herêmî saet 20.48an û bi 35 kîlometroyan di binê erdê da çêbûye.
Rayedaran destnîşan kir ku di erdhejê da kes nemiriye, birîndar nebûye û zirareke madî jî çênebûye.
Şîliya ku yek ji wan welata ye ku herî zêde hejînên sîsmîk lê diqewimin, di nava Bazinê Erdhejê yê Pesifîk da ye û weke "Xeleka Agir" jî tê binavkirin.
Li wî welatî 27ê sibata 2010an bi mezinahiya 8,8ê erdhejek çêbûbû û bi dû wê re jî tsunamî rabûbû, di encamê de ji 500î zêdetir kesî canê xwe ji dest dabû.