Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê 8 kes ji ber sûcê par li Qada Tîananmenê êrîşê wesayîtê û eleqeya bi bûyerên dawîn ên li Sîncana Uygur a Xweser hatin îdamkirin.
Di nûçeyên çapemeniyê yên neteweyî de hat nivîsandin ku di meha cotmehê de erebeyek bi lez ket nav turîstan û di bûyerê de 2 kes mirin. Ji kesên tên îdamkirin Huseyîn Guşur, Yusuf Verniyas û Yusuf Ahmet ji ber vê bûyerê dihatin sûcdarkirin. Ji bilî vê tê îdiakirin ku eleqeya van kesan hin bûyerên şidetê ve jî hebû.
Hat gotin ku ji kesên ku hatin îdamkirin Rozî Ezîz par li bajarê Aksuyê êrîşê polêsan kiribû ji ber vê sûcê, Memet Tohtiyusuf jî par ji ber sûcê "dîmenên radîkal" temaşe kiriye û kesekî sivîl kuştîye hatin îdamkirin.
Abdulselam Elîm ji ber hîn êrîşan organîze kiriye, Abdumomîn Emîn û Bîlal Berdî jî di sala 2011an de li bajarê Hotanê êrîşê polêsan organîze kirine hatin îdamkirin.
Nehat eşkerekirin ku ew kingê hatin îdamkirin. Li herêmê herî dawîn di meha hezîranê de ji ber sûcê terorê 13 kes hatibûn îdamkirin.