Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf li Tehranê ligel hemkarê xwe yê Çînî Wang Yî re civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Rola Çînê ya di mizakereyên nukleerê de hêvî dide merivan."
Zarîf li Tehranê bi hevkarê xwe yê Çînî Wang Yî re hat bal hev. Zarîf di civîna hevpar a çapemeniyê ya ku li dû hevdîtinê pêk hat de bal kişand li ser mizakereyên nukleerê yên di navbera welatê xwe û endamên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji DYA, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanyayê pêk tê û wiha edwam kir: "Di hevdîtinê em li ser mizakereyên nukleerê sekinîn. Em hêvîdar in ku di mijara mizakereyên nukleerê de Çîn dê çareyekî peyda bike. Heta niha di mizakereyan de Çînê roleke erênî lîst û pêşniyaziyên sûdwer pêşkêş kir. Em dixwazin ku ev rol bidome."
Zarîf destnîşan kir ku Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîg jî dê di demeke nêz de seredana Tehranê bike.
- "Di encamê de peymanek dê hem kêrî Îranê û hem jî kêrî gelên herêmê were"
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî yê ku cara pêşiyê seredana Îranê kir got di mijara mizakereyên nukleerê yên ku di navbera Îran û Koma 5+1ê de didomin, heke peymanek derkeve, ev dê hem kêrî Îranê û hem jî kêrî gelên herêmê were.
Wang Yî di axaftina xwe de qala têkiliyên dualî yên Îran û Çînê jî kir û got ku ligel krîzên cihanî hecma bazirganiya di navbera Îran û Çînê zêdetir bû û gihîşt 51 milyar dolaran.
Di vê navberê de hat diyarkirin ku Wang Yî, Wezîrê Karên Derve yê Çînê ye ku piştî 8 salan cara yekê seredana Tehranê kir.