22 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
ANKARA
Li sînorê Sûriyeyê 10 endamên DAEŞa rêxistina terorê yên hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî bikevin welêt hatin girtin. Hat tespîtkirin ku yek ji terorîstan "êrîşkarê xwekujiyê" ye û ji ser terorîstê mekanîzmaya bombeyê ya ku ji bo teqînê amade ye, derket.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li sînorê Sûriyeyê dora Gazîentabê 10 kesên hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî bikevin welêt hatin tespîtkirin.
Hat diyarkirin ku ev kesên navborî yên ku hêzên ewlehiyê ew girtin endamên DAEŞa rêxistina terorê ne.
Hat tespîtkirin ku yek ji terorîstan "êrîşkarê xwekujiyê" ye û li ser terorîstê mekanîzmaya bombeyê ya ku ji bo teqînê amade ye, heye.