22 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
ANKARA
DAEŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşên terorê yên ku li Bruksela paytextê Belçîkayê li Balafirgeha Zaventamê û rawestgeha metroyê ya Maelbeekê hat kirin, hilda ser xwe.
Ji ser malperekî ku bi nêzbûna xwe ya bi DAEŞê re tê naskirin peyamek hat weşandin û hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê milîtanên DAEŞê ve hatin kirin.
Piştî êrîşên ku herî kêm 34 kes mirin û ji 130yî zêdetir mirov birîndar bûn bergiriyên ewlehiya derasayî yên li welêt berdewam dikin.
Li Belçîkayê asta tehdîda terorê derxistin asta herî jor, hemû çalakiyên civakî hatin betalkirin, dibistan, navendên dan û sitandinê, sînema û tiyatro hatin girtin.
Dozgeriya Federal a Belçîkayê hişyarî da rojnamevanan ku agahiyên ku seyra lêpirsînê dixin xetereyê parve nekin. Polêsan raserî gelek cihan kir, seferên balafiran, trên û metroyan hatin betalkirin, îstasyon hatin girtin. Hişyarî dan gel ku ji malên xwe derbekevin.