Ahmet Aydın
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 26 Gulan 2020
Li Sûdanê di 24 saetên dawîn de 19 kesên din ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan gihişt 165an.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Sûdanê di 24 saetên dawîn de 192 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û 19 kesan canê xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara pêketiyan gihiştiye 3 hezar û 820an û hejmara miriyan jî gihiştiye 165an.
Li gorî heman daxuyaniyê li wî welatî 458 kes jî ji wê nexweşiyê rehet bûne.