Wezîrê Enformasyonê yê Sudanê Yasîr Yusif di ziyareta xwe ya li Etiyopyayê da ofêsa AAyê ya li Addîs Ababaya paytextê welêt jî ziyaret kir.
Yusif bi rojnamevanên ku pêra digerin re hat ofêsa AAyê û li vê derê daxuyanî da. Yusif têkiliyên welatê xwe yên bi Etiyopya û Misrê re nirxand û wiha got: "Sudanê deftera xwe ya lihevnekirinê ya bi Misrê re girt."
Yusif eşkere kir ku berê di navbera Sudan û Misrê da pirsgirêk hebûn lê bi ziyareta serokomaran re başî çêbû û wiha axivî: "Başbûna têkiliya di navbera Sudan û Misrê yê li ser têkiliyên di navbera welatên li herêmê jî tesîreke erênî bike."
Yusif destnîşan kir ku têkiliya wan a bi Etiyopyayê re têkiliyeke stratejîk e û wiha pê da çû: "Ziyareta heyeta çapemeniyê jî di vê çarçoveyê de ye û têkiliyên di navbera herdu welatan de teyîd dike."
Yusif diyar kir ku têkiliya hevpar a çapemeniyê ya di navbera hurdu welatan de zehf girîng e û ew ê bi vê heyetê ve Serokwezîr Haîlemarîam Desalegn û rayedarên payebilind ên Etiyopyayê ziyaret bikin.