Önder Beyter
03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Li paytextê Sûdanê Xartûmê hejmara kesên ku di midaxeleya dijî xwepêşandêrên mixalif ku nêzîkî du mehan e li ber baregeha giştî ya artêşê nobeda demokrasiyê digirin da hatin kuştin, derket 9an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Doktoran a Sûdanê da wiha hat gotin, "Di midaxeleya dijî xwepêşandanên li ber baregeha artêşê da hejmara kesên ku bi guleyên Konseya Berwext a Eskerî hatin kuştin derket 9an. Gelek jî birîndar hene. Hejmara kuştiyan her diçe zêde dibe."

Hêzên ewlekariyê yên Sûdanê serê sibehê bi guleyên rastî û xaza îsotê midaxeleyî xwepêşandêrên li ber baregeha artêşê kiribûn û xwepêşandêr belav kiribûn.
Li Sûdanê di 19ê berfanbarê da ji ber qeyrana aboriyê xwepêşanan dest pê kiribû. Ev xwepêşandan paşê li Xartûm û tevahiya welêt bûbûn çalakiyên dijî rejimê. Piştî van çalakiyan di 11ê nîsanê da artêşê dest dabû rêvebiriyê. Piştî daxuyaniya artêşê, heyama Omer el-Beşîr a 30 salan qediyabû. Herwiha piştî ku artêşê rêveberî kir kontrola xwe, xwepêşandêran nerazîbûna xwe nîşan dan û rabûn ser piyan da ku rêveberî bikeve destê sivîlan. Ji bo tayînkirina vê pêvajoyê jî xwepêşandêran bi rêveberiya artêşê ra danûsitandin dikirin.