Ömer Erdem
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 21 Nîsan 2023
Wezareta Parastina Çadê ragihand ku 320 eskerên Sûdanê yên ji şer reviyan xwe spartine Çadê.
Wezîrê Parastina Çadê Dawid Yehya di civîna çapeniyê ya li dar xist da got: "Cendirme, polês û personelên eskerî jî di nav da 320 endamên artêşa Sûdanê derbasî welatê me bûn û çekên wan hatin hildan."
Yehya ragihand ku eskerên teslîmî hêzên ewlahiya Çadê bûn ji ber tirsa Hêzên Piştgir a Bilez (HPB) reviyane lewra HPB bi artêşa Sûdanê ra şer dike.