Fatih Gazioğlu
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Ewad bîn Ewfê Wezîrê Parastina Neteweyî bi sifetê Serokê Konseya Berwext yê Eskeriyê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.
Ewad bîn Ewfê li Xartûmê sond xwar û dest bi wezîfeya xwe ya nû kir. Merasima sondxwarinê li ser têlevîzyona dewletê zindî hat weşandin.
Sererkan Orgeneral Kemal Evdilmaruf jî bû Alîkarê Serokê Konseya Berwext yê Eskeriyê û ji bo wezîfeya nû sond xwar.
Ewad bîn Ewfê Serokê Konseya Eskerî û Wezîrê Parastina Sûdanê duh di têlevizyona dewletê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku eskeran dest dan ser rêveberiyê û Omer Beşîrê Serokomar jî hat derdestkirin. Ewf diyar kiribû ku heyama berwext a ji bo 2 salan dest pê kiriye.