29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ANKARA/HELEB
Derket holê ku 109 leşkerên Rûsyaya ku ji 30yê îlona 2015an vir va ji bo alîkariya rejimê li Sûriyeyê êrîşên hewayî dike, di şer da hatine kuştin.
Rûsya ji 2011an vir va ku li Sûriyeyê şerê navxweyî derket, bi biryarî alîkariya rejima Beşşar Esed dike. Rûsya di alîkariya xwe da digel hêzên xwe yên hewayî, bi hêzên xwe yên bejayiyê jî alîkariya rejimê dike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nêzî rejima Sûriyeyê wergirt, bi sedan leşkerên Rûsyayê ji bejayiyê va operasyonan îdare dikin û yekîneyên taybet jî tevî hêzên rejimê tevlî şer û pevçûnan dibin.
Li Cûrîna Lazqiyeyê, li Girê Sulunfeya li Cûrînê, li beldeyên Salma û Rabîayê, li baregeha Rûsyayê ya li Himeymînê; wek mayîn li Şam, Hama, Humus û Hesekeyê balafir, moşek û amûrên teknîkî yên leşkerên Rûsyayê hene.
Rûsya ji bo ku Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê ya li Hesekeya li ser sînorê Tirkiyeyê berfireh bike, yekîneyên xwe yên alîkar amade kiriye. Komîteya Kordînasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê di 19yê rêbendanê da diyar kiribû ku 100 leşkerên Rûsyayê hatine vir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nêzî rejimê wergirt,109 leşkerên Rûsyaya ku ji 30yê îlona 2015an vir va ji bo alîkariya rejimê li Sûriyeyê êrîşên hewayî dike, di şer da hatine kuştin. Li gor agahiyan hin leşkerên Rûsyayê li eniyê, hin leşker di operasyonan da û hin leşker jî ji ber ku firoke hatine daxistin mirine.
Li Rûsyayê li gor zagona ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 28ê gulana 2015an da îmze kir, sedemên mirina leşkerên ku di dema aştiyê da dimirin wek raza dewletê tê qebûlkirin. Bi heman awayî der barê leşkerên Rûsyayê yên ku di operasyonên taybet da dimirin da jî agahîdayîn qedexe ye. Li Rûsyayê heta gulana 2015an tenê sedemên mirina leşkerên ku di dema şer da dimirin wek raza dewletê dihat qebûlkirin. Ji ber vê jî li Rûsyayê der barê leşkerên ku hatine kuştin da ji ber agahiyên taybet nûçe nayên weşandin.
- Alîkariya Rûsyayê encam neda
Mixalifên li Sûriyeyê digel êrîşên Rûsyayê hê jî li dijî rejimê li berxwe didin.
Li gor xebata navenda lêkolînê ya IHS Janeyê ku di 11yê rêbendanê da çêkiriye û navenda wê Londra ye, Rûsya qederê 4 mehan e êrîşên hewayî dike û digel vê dîsa jî rejim li Sûriyeyê ji sedî 1,3 pêşva çûye û yek ji van herêman jî herêma çiyayê tirkmenan a li Lazqiyeyê ye.
Niha ji nîvî zêdetir bajarê Helebê di destê mixalifan da ye. Rejim nekarî li bakurê Helebê pêşva here. Mixalifan hebûna xwe ya li Îdlibê ku sala par bi dest xistibûn parastin. Hêzên rejimê li Hama û Humusê nekarîn pêşva herin û digel bomberana li herêma Gutaya Rojhilatê ya Şamê mixalif hebûna xwe diparêzin.
Wek mayîn ji êrîşên Rûsyayê vir va mixalifan hin derên girîng bi dest xistin. Gundê Kefer Nabude û Atşana Hamayê û beldeya Morîkê ku girîng e ji rejimê sitendin.