29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên ûris li Îdlibê êrîşî mizgeft û cihnişînekî li bajaroka Kafar Tahrîma di bin kontrola mixalifan de kir, di encama êrîşê de 18 sivîl mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl bi dest xistin balafirên şer ên ûris êrîşî mizgeft û cihnişîneke li bajaroka Kafar Tahrîmê ya ku di bin kontrola mixalifan de ye û dikeve bakurê Îdlibê kir. Di bombebaranê de 18 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn. Rayedaran got ku birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li bajarokê û destnîşan kirin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 30yê îlonê de îlan kiribû ku li axa Sûriyeyê li ser kozikên DAEŞa rêxistina terorê operasyon da destpêkirin. Lê belê balafirên şer ên ûris li Xûmûs, Hama, Îdlib û Helebê kampên perwerdeyê û baregehên mixalifên mutedîl dikin hedef.